“Pirsyarên xwe pêşkêşî serkirdeyên serbazî bikin ku ji Musilê reviyan û Musil û çekên xwe teslîmê DAIŞ kirin”

Hewlêr-KDP.info- Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de bersiva lêjneya lêkolîniya ser bi Encumena Nûnerên Iraqê taybet bi ketina bajarê Musilê, da.
Lêjneya lêkolîniya ser bi Encûmena Nûnerên Iraqê taybet bi ketina bajarê Musilê li ser destê terorîstên DAIŞ ve li hezîrana 2014 ê zayînî, çend pirsiyarekî pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiriye, piştî dîtin û nirxandina naveroka wê, di derbarê pirsiyaran û ji rê derxistin û dûrketina ji kirokiya babetê û bingehên wê, bi raya giştî radigihînîn:
Yekem:
Zêdetirê pirsiyaran mînrêjkirîne û gumanên zêde û tometbarkirina jêrbijêran têda heye ku gelek ji sedemên rastî yên ketina Musilê ve dûr in, tu eşkereyî û şefafiyetek tê de tune ye, ji bo wê yekê em bawer nakin pêwendî bi me ve hebe û karê me jî bi ser de tune ye.
Duyem:
Pêwîst bû van pirsiyaran ji wan kesan bikin ku rêgiriyê li alîkariya li gel Pêşmerge de kirin û her wiha nehiştin Pêşmerge rûbiruyê DAIŞ ya pêş girtina Musilê bibe û piştî girtinê jî, her wiha pêşkêşî wan serkirdeyên serbaziyan bikin ku ji Musilê reviyan û Musil û çekên xwe teslîmê DAIŞ kirin.
Sêyem:
Her çi babeta çawayiya îdaredana şerê li dijî DAIŞ û naverok û pêkhatina wê ya li Herêmê da, ew jî taybet in bi dam û dezgehên Herêmê.
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11/06/2015




