Pirsgirêka kêmbûna benzînê çareser bû

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, pirsgirêka kêmbûna benzînê hat çareserkirin, ji ber ku îro benzîn ji Tirkiyê tê Dihokê û li Hewlêrê jî pirsgirêk nemaye.
Beyar Doskî, Endamê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di serî de pirsgirêk li Dihokê dirust bû û ew jî ji ber hilbijartinê Tirkiyê û nûkirina girêbesta veguhestina benzînê bo Herêma Kurdistanê, piştre welatiyên Hewlêrê jî berê xwe dan banzînxaneyan û pirsgirêk li Hewlêrê jî derket, lê me pêwendî bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kir û wan jî tekez kir ku pirsgirêk çareser bûye.”
Doskî wiha got: “Îro benzîn ji Tirkiyê tê Dihokê û li Hewlêrê jî benzîna yedek heye û ti pirsgirêka benzînê tune ye û li benzînxaneyan benzîn heye.”




