26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekem parêzgarê Helebce dest bi karê xwe dike..PDK pîozbahiyê lê dike

Çavkanî: KDP.info

Helebce-KDP.info- Merasîma destbikarbûna parêzgarê Helebce û 2 cîgirên wî dest birêve diçe û berpirsê şaxê 12 ya PDKê jî tevî yekalînebûna wî kursiyê ku wan li Helebce daxwaza wî kiribû, ku kursiyê qayemqam e, pîrozbahiya destbikarbûnê li parêzgar dike, hêvîdar e jî ku bibe sedemek baş bo nêzîkbûna PDKê û aliyên din ên siyasî.

Bi amadebûna serokê Parlamenoya Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê, niha merasîma destbikarbûna parêzgarê Helebce û 2 cîgirên wî dest birêve diçe.

Berpirsê Şaxa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Helebce, Fazil Beşaretî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevî yekalînebûna wî kursiyê ku me li Helebce daxwaza wî kiribû, ku kursiyê qayemqam e, em pîrozbahiya destbikarbûnê li parêzgar dikin û hêvîdar in jî ku bibe sedemek baş bo nêzîkbûna PDKê û aliyên din ên siyasî û hemû alî di rêvebirina wê parêzgehê de bikin.”

Tê zanîn ku, Ebdulah Newrolî ji Tevgera Goran îro 11/6/2015 wek yekem parêzgarê Helebce dest bi karê xwe kir.

Nûçeyên têkildar