Serok Barzanî û Cîgirê Serok Komarê Iraqê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser parastina ser û malê hemwelatiyan û koçberan kirin û bi pêwîstî jî zanîn ku rê li hemû hewlekî bigrin ku dibê sedema guherîna demografya navçeyên cûr bi cûrên Iraqê.
Roja çarşem 10.06.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û pêşhatên emniyên dawî û tehdîd û hereşeyên terorîstan ya li ser Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
Her wiha behsa rewşa parêzgeha Enbar, Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îşê nirxandin.
Li vê kombûnê da tekez li ser parastina ser û malê hemwelatiyan û koçberan kirin û bi pêwîstî jî zanîn ku rê li hemû hewlekî bigrin ku dibê sedema guherîna demografya navçeyên cûr bi cûrên Iraqê.




