AK Partî xetên sor eşker dike..Dest ji pêvayoya aştiyê û bi dawîanîna şer nayine

Enqere-KDP.info- Jêderekî ji AK Partiyê eşkere kir ku, partiya wî amade ye ligel her aliyekî hikûmetê pêk bîne, lê dest ji 3 tiştan bernade ku ew jî birêvebirina pêvajoya aştiyê, dûrxistina Cemaetê û mana Erdogan li ser kursiyê wî.
Duhî û piştî dest ji karberdana Ehmed Daudoglo, Tirkiye bi fermî ket nava valahiya hikûmetê, ew jî wek amadekarî bo pêkanîna Hkûmeta nû ku nayê çaverêkirin ku wisa bi hêsanî pêk were, ji ber ku herdu partiyên siyasî yên opozisyonê di hikûmeta berê de red dikin ku ligel AK Partiyê hevpeymaniyê pêk bînin.
Ew jêdera ku nêzîkî Erdogan e, dibêje Daudoglo amade ye her hevpeymaniyekê pêk bîne, lê bi merca ku dest ji bingehên neguherî nebe.
Li gorî wê jêderê, ew bingeh jî ew in, ku berdewam bin li ser paqijkirina damezraweyên dewletê ji cemata Fethulah Gulen.
Duyem, berdewambûna pêvajoya aştiyê ligel kurdan.
Derbarê mercê sêyem jî ew e, ku gotûbêj li ser pêgeha Erdogan xeta sor e.




