Feleknaz Ûca: Ez tirkî nizanim, dixwazim bi kurdî sund bixwim

Amed-KDP.info- Parlamentera êzîdî ya ya Amedê Feleknaz Ûca diyar kir ku ew tirkî nizane ji ber wê jî dixwaze bi kurdî sund bixwe.
Endama berê ya Parlamentoya Ewropayê û parlamentera nû ya Amedê Feleknaz Ûca, ku li ser lîsta HDPê derbasî Parlamentoya Tirkiyê bûye, diyar kir ku ew tirkî nizane ji ber wê jî divê bi kurdî sund bixwe.
Feleknaz Ûca ku ji malbateke kurd a êzîdî ya Bakurê Kurdistanê ye, li Ewropayê ji dayîk bûye ji ber wê jî tirkî nizane lê jibilî kurdî, înglîzî û almanî dizane.
Tê zanîn, siyasetmedara kurd Leyla Zana , sala 1994ê di parlamentoya Tirkiyê de bi kurdî sond xwaribû, bi hêceta ku hewla parçebûna Tirkiyê daye û endamtiya rêxistineke terorîst kiriye, hatibû girtin.
Zana 10 salan di zindanê de ma û sala 2014ê hat berdan.
Li gorî qanûnên Tirkiyê, endamên parlamentoyê tenê dikarin bi tirkî sund bixwin.




