208 kurdên şebek di bin destê DAIŞê de ne

Mûsil-KDP.info- Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek, Salim Cuma ragihand ku, heta niha hejmarek zêde ji kurdên şebek nediyar in û bi rêjeya % 3 ji xelkê nikarîne rizgar bibin û bi neçarî li navçeyên wan mane.
Salim Cuma Şebek, nûnerê kurdên şebek di Parlamentoya Iraqê de û Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Ligel êrişên terorîstên DAIŞê û girtina bajarê Mûsilê, 208 kes ji kurdên şebek di bin destê terorîstên DAIŞê de ne û çarenivîsa wan nediyar e.”
Serokê Desteya Şêwirmendên Kurdên Şebek wiha got: “Kurdên şebek li gund û navçeyên xwe nemane. Tenê % 3 li wir mane ku nikarîbûn xwe rizgar bikin, tevî ku ew jî hewl didin xwe bigihînin navçeyên Pêşmerge, lê ew terorîst nahêlin.”
Salim Cuma Şebek wiha domand: “Kurdên şebek ên ku çûbûn parêzgehên Iraqê, piraniya wan vegeriyan Herêma Kurdistanê. Herwiha ew xwe wek kurd dibînin û gellekî spasiya Serok Barzanî dikin dema got, divê kurdên şebek vegerin û mefê wan wek ê kurdê Hewlêr û Akrê û Dihokê heye.”




