26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyên zêdetir bo Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêşwaziya li şandeke Amerîka de, hêvî xwest ku hevpeymaniya li dijî DAIŞê zêdetir perwerdeya leşkerî bide Hêzên Pêşmerge û jibilî rêya asmanî, herwiha bi rêya bejayî jî şerê li dijî terorê bike.

Roja sêşem 09.06.2015 li Selahedîn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîka ûnûnerê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê û şandekî dîplomasî û serbazî yê pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa rewşa asayiş û leşkerî li Iraqê bi awayekî giştî û bi taybetî li Enbar û Mûsilê û azadkirina wê ji destê terorîstên DAIŞê û Parzûngeha Bêcî diyar kir.

Herwiha behsa berdewamiya êrişên asmanî yên hevpeymaniya nadewletî li dijî çeper û navendên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi awayekî giştî û bi taybetî li eniyên şer li ser erdê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û enbar û derdora parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî jibilî bixêrhatina şanda mêvan hêvî xwest ku hevpeymaniya li dijî DAIŞê zêdetir perwerdeya leşkerî bide Hêzên Pêşmerge û jibilî rêya asmanî, herwiha bi rêya bejayî jî şerê li dijî terorê bike da ku di demeke nêzîk de ew terorîst ji nav biçin.

Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, tekez kir ku Herêma Kurdistanê nikare ligel Bexdayê berdewm be, ji ber ku her car û Bexda bi hêncetekê budceyê Herêma Kurdistanê dibire û bi hebûna vê hejmara mezin ji koçberan bareke giran ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar