26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Metirsiya hatina hejmarek zêdetir ji koçberan heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêşwaziya li cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyê bo karûbarê mafê mirovan de ragihand ku, ji ber hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê û koçberan ji Iraqê rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê % 28 bilind bûye û metirsiya hatina hejmarek zêdetir ji koçberan heye.

Îro Sêşemê 9/6/2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê mafê mirovan, Stîvan Obrayin û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Obrayin behsa serdana xwe bo Bexdayê kir ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa koçberên destê terorê li derdora Bexdayê bû û biryar e li Herêma Kurdistanê jî serdana kampên koçber û penaberan bike. Herwiha pêwendiyên di navbera ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî da zanîn û spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir bo wan hemû alîkariyên ku bo koçberan dike.

Herwiha behsa pilana NY bo sala 2015 derbarê alîkarîkirina koçber û penaberan kir ku li gorî wê pilanê zêderî milyarek û 500 hezar dolar bo alîkariyan hatiye komkirin, lê heta niha hejmarek kêm ji welatên cîhanê amadebûna xwe diyar kirine. Herwiha tekez kir ku di pilana sala 2016an de hewl didin ji aliyê alîkariyan Herêma Kurdistanê ji deverên din ên Kurdistanê cuda dike, ji ber ku zêdetir pêwîstiya Kurdistanê bi alîkariyan heye.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî behsa wê yekê kir ji ber hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê û koçberan ji Iraqê rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê % 28 bilind bûye û metirsiya hatina hejmarek zêdetir ji koçberan heye. Herwiha da zanîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemû welatên derdorê zêdetir xizmeta koçberan dike û Hikûmeta Iraqê wek pêwîst alîkariya wan nake, lewma barekî giran ketiye ser milê Hikûmeta Kurdistanê.
 

Nûçeyên têkildar