Beljîka dixwaze çend projeyan li Kurdistanê pêk bîne

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Beljîka û Wezîrê Derve yê wî welatî Didier Reynders di dema civîna xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, welatê wî dixwaze çend projeyekî li Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Îro sêşemê 9/6/2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Alîkarê Serokwezîrê Beljîka û Wezîrê Derve yê wî welatî Didier Reynders û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wê dixwaze çend projeyekê di warê avê û enerjiyê li Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Herwiha rola Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî behsa xerabiya rewşa aborî li Herêma Kurdistanê kir û sedema wê vegerand bo neşandina para Kurdistanê ji budceya Iraqê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve. Herwiha behsa wê hejmara mezin a koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku alîkariyên navdewletî tenê bo pêdviyên bilez in û alîkariyên din ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha raghand ku Hêzên Pêşmerge li şûna hemû şerê hovtirîn grûpa terorîstî hatiye û rola wê tîma welatê beljîkî ya li Herêma Kurdistanê ye û pêşmergeyan perwede dike, bilind nirxand.




