25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Mcgurk tekez li ser berfirehtirkirina pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîka kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser berdewamî û berfirehtirkirina peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

Roja sêşem 09.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mcgurk Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî dîplomasî û serbazî yê Amerîka kir.

Li hevdîtinê de behsa encamên serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û tekez li ser berdewamî û berfirehtir kirina peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û rêyên şikestpêanîna terorîstên Da'îşê kirin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin.

Nûçeyên têkildar