Serok Barzanî: Kuwêt xwedî pêgehekî girîng e li cem gelê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî medyakarên Kuwêtê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, welatê Kuwêtê pêgehekî girîng li cem gelê Kurdistanê heye.
Îro sêşem 09.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî medyakarên welatê Kuwêtê kir ku li gel Cîgirê Balyozê Kuweytê li Iraq û Konsolê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê kerem kiribûn.
Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan silav û rêzên Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah Emîrê Kuwêtê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirîn û ragihandin ku ji bo wê yekê hatine heta tekez li ser peywendiya dostane û dîrokiya gel û welatê xwe ya li gel Kurdistanê bikin û rênuwênî û berçavrûniyên pêwîst di derbarê rewşa niha de ji Serok Barzanî werbigrin.
Her wiha endamên şandê komek pirsiyar di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Kurdistan û Kuweytê û şerê terorê xistin rû.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Kuwêtê kir û ji şanda mîhvan ragihand ku welatê Kuwêt pêgehekî girîng li cem gelê Kurdistanê heye.
Serok Barzanî bi hurî sedemên geşkirina rêxistina terorîstî ya Da'îş û şerê terorê û serkeftinên Pêşmerge ji bo amadebûyan xisterû û tekez jî kir ku terorîst tu paşaroja wan tûne û Kurdistan jî bi aramiyê de dimîne û paşarojeke xwe ya geş dibe.
Paşê Serok Barzanî bersîva pirsiyarên şanda medyakarên Kuweytê da û hêvî xwest ew dema ku li Kurdistanin wêneyên aramî û pêkvejiyan û pêşketina Kurdistanê tomar bikin û ji bo raya giştî ya Erebî veguhezin.




