Alîkarê Serokwezîrê Beljîkayê: Divê zêdetir alîkariya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Beljîka û Wezîrê Derve yê wî welatî Didier Reynders diyar kir ku ew şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê gellekî diecibîne û got, DAIŞ tenê Rojhilata Navîn tehdîd nake çimkî hemû cîhanê tehdîd dike.
Alîkarê Serokwezîrê Beljîka û Wezîrê Derve yê wî welatî Didier Reynders, îro danê sibê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Didier Reynder bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê, Reynder û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka hevdîtinan agahî dan rojnamevanan.
Felah Mistefa diyar kir ku di hevdîtinên digel Alîkarê Serokwezîrê Beljîkayê de behsa şerê DAIŞê, rewşa penaberan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her wiha hevkariya navbera Kurdistanê û Belçîkayê hatin axaftin.
Paşê Didier Reynder axivî û got ku ew şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibîne û ragihand, DAIŞ tenê li ser Iraq û Rojhilata Navîn tehdîd nîne li ser hemû cîhanê tehdîd e lewma divê hemû cîhan li dijî wê rêxistinê şer bike.
Wezîrê Derve yê Beljîkayê her wiha spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ku ewqas penaber qebûl kiriye û anî ziman ku Bruksel dê li ser alîkarîkirina penaberên Herêma Kurdistanê berdewam be.




