Bexda 508 milyar dinar ji Kurdistanê re şand

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Bexdayê bi qasî 508 milyar dinar pere xistiye ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê Herêma Kurdistanê ji wê hejmarê nerazî ye û daxwaz dike, Bexda budceya wê wek xwe bişîne.
Birîkarê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê, Fadil Nebî malpera KDP.info re ragihand: “Îro Wezareta Darayiya Iraqê bi qasî 508 milyar dinar pere xistiye ser hesabê Herêma Kurdistanê, ku ji wê rêjeyê 34 milyar dinar wek mûçeyên Wezareta Pêşmerge hatiye û ewa din jî mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”
Fadil Nebî wiha got: “Ew pere, ne hemû budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê ne û em li benda şandina hemû mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ne.”
Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê, ku ev rêkeftin bû yasa. Hewlêr dibêje ew rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda para wê ji budceyê naşîne yan jî pir kêm dişne lewma ew nikare mûçeyê fermanberên xwe nadin.




