Cîgirê Serokê PDKê ligel Encumena Sekirdatiya PDKê li Silêmaniyê civiya

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Encumena Serokartiya PDKê ya li Silimanî civiya û di civîna han de behsa rewş û pêşhatên Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin û hate gotin ku hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de roleke gelek girîng lîstine û karîne hovanetirîn terorîstên cîhanê rastî şikest û wendahiyên mezin bikin.
Îro duşemê 8/6/2015 Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silimanî li gel civata Serokatiya PDKê civiya.
Di civîna han de behsa rewş û pêşhatên Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin û hate gotin ku hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de roleke gelek girîng lîstine û karîne hovanetirîn terorîstên cîhanê rastî şikest û wendahiyên mezin bikin.
Di berdewamiya civîna han de behsa rola endam û kadirên partî di warê bihêzkirina rihê yekîtî û rihê berevanî di nava xelk de hatekirin û ev rola han bi girîng hate wesifkirin.
Her di civîna han de behsa kar û çalakiyên dezgeh û saziyên ser bi partiya demokrata Kurdistanê li sînorên parêzgeha Silêmaniyê de hate kirin




