25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hacî Mehmûd: Nêçîrvan bi serkeftina HDPê gelekî dilxweş bû

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info– Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Mihemed Hacî Mehmûd behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo gundê xwe û mala xwe dike û dibêje, ew serdan, serdanek dostane bû, lê behsa siyasetê jî hat kirin.

Derbarê mijarên gotûbêjan de jî Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: “Civîn nêzîkî 2 saetan domand. Çêbûna arîşe di rêkeftina navbera Herêma Kudistanê û Bexdayê li ser firotina petrolê de mijarek serek ya gotûbjên me bû. Behsa wê jî hat kirin ku, eger Bexda pêbendî wê rêkeftinê nebe, dê Herêma Kurdistanê petrola xwe bi awayekê serbixwe bifiroşe.”

Sekreterê PSDKê wiha domand: “Jibilî wê yekê behsa kursiya serokê herêmê jî hat kirin. Herwiha gotûbêj derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyeyê de jî hat kirin û kak Nêçîrvan bi serkeftina HDPê gelekî dilxweş bû.”

Tevî ku pêştir hatibû ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê ji bo firavînê li mala Mihemed Hacî Mehmûd bimîne, lê Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ew yek red kir û got: “Pêştir jî biryar nebû ku bo firavînê bi min re bimîne. Pêştir jî ji min re gotibû, min karên din hene û ez nikarim bimînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh yekşemî serdana parêzgeha Silêmaniyê kir û bi Encumena Parêzgeha Silêmaniy; re civiya. Nêçîrvan Barzanî şevê din li Silêmaniyê ma û ji bo xwarina taştê serdana mala Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa kir.

Nûçeyên têkildar