Onder: Serkeftina HDPê serkeftina aştiyê bi ser şer de ye

Tirkiye-KDP.info- Namzedê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) yê baajrê Enqerê Siri Surreya Onder serkeftina partiya xwe di hilbijartinan de ragihand û got: “Ev serkevtin, serkeftina aştiyê bi ser aştiyê de ye. Serkeftina fedakariyê bi ser pozbilindiyê de ye.”
Namzedê HDPê yê bajarê Enqerê Siri Surreya Onder ku li gor amarên nafermî yên destpêkê, dengên pêwîst bo çûna nav parlamentoya Tirkiyeyê bi dest aniye, di konfransek rojnamevanî de got: "Niha em dikarin 80 parlamenterî bişînin parlamentoyê û paşê em dê daxuyaniya dawiyê ya hevserokên xwe rabigihînin."
Siri Sureya Onder di wê konfransa rojnamevanî de serkeftina HDPê di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Tirkiyeyê de bi serkeftina demokrasiyê bi nav kir û got: "Ev serkeftin serkeftina demokrasiyê ye bi ser tundûtîjiyê de, serkeftina zadiyê bi ser zordariyê de ye, serkeftina fedakariyê bi ser pozbilindiyê de ye."
Onder herwiha daxwaz ji alîgirên HDPê û çavdêrên ser sindoqên dengdanê kirk u heta dawiya hejmartina dengan û ragihandina encamên fermî ji cihên xwe dernekevin. Onder herwiha ragihand, partiya wan ji ber serkeftina di hilbijartinan de, îşev bi ti awayî ahengan lidar naxe.




