Sedûn: Serok Barzanî bi merc beşdariya kongreya nîştimanî dike

Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî Muhsin Sedûn ragihand ku, eger cîhbicîh kirina peymana Hewlêrê û girêdayî bûna aliyên siyasî bi destûra bingehîn ya Îraqê were îsbatkirin vê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beşdariya kongreya nîştimanî ya Îraqê bike.
Çavkanî eşkere kir ku herçend heta niha jiber hin nakokî û aloziyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de dema organîze kirina kongreya nîştimanî nehatiye destnîşankirin lê di wan demên nêz de ev kongreya han nayê lidarxistin.
Sedûn hewriha eşkere kir ku, eger aliyên siyasî yên Îraqê girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê bin û herwiha peymana Hewlêrê cîhbicîh bikin û li ser çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî lihev bikin vê demê vê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî beşdariya vê kongreya han bike.




