26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDK teqîna Amedê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê teqîna Amedê şermezar dike û dibêje, em bi tundî wî karê pîs rûreş dikin û wek tawan dizanin, herwiha wek karê neyar û dijminî dizanin, ku mebesta wê tevlihevî û têkdana rewşa aştiyane û aramî û asayiş e, hêvîdarin pêvajoya hilbijartinan di keş û hewayekî asûde û aram û demokrasî de, di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de birêve biçe û têkeve xizmeta pêkvejiyan û pêşxistina pêvajoya Aştiyê li wî welatî.

Polîtburoya PDKê di peyamekê de wiha got: “Bi mixabinî duhî 2 teqîn di nava mîtînga cemawerî di dema kampanyaya hilbijartinan de li bajarê xweştivî yê Amedê rêdan û di encamê de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn.”

PDKê wiha domand: “Em bi tundî wî karê pîs rûreş dikin û wek tawan dizanin, herwiha wek karê neyar û dijminî dizanin, ku mebesta wê tevlihevî û têkdana rewşa aştiyane û aramî û asayiş e, hêvîdarin pêvajoya hilbijartinan di keş û hewayekî asûde û aram û demokrasî de, di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de birêve biçe û têkeve xizmeta pêkvejiyan û pêşxistina pêvajoya Aştiyê li wî welatî.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “Jibilî pirse û sersaxiyê bo malbat û kesûkarên şehîdan û başbûna rewşa birîndaran, em hêvîdar in bûyerên wisa careke din dûbare nebin û pêvajo jî bi riyên yasayî û demokrasî de bi daî bin.”

Nûçeyên têkildar