Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê nabe beşek ji wan nakokiyên mezhebî yên li navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Kuwêyt li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, gelê Kurdistanê nabê beşek ji wan nakokiyên mezhebî û tayîfî li navçeyê de li holê de ne.
Roja şemî 06.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Umer Ehmed Elkenderî Konsolê Kuwêyt li bajarê Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsolê Kuwêyt li bajarê Hewlêrê silavên Şêx Sebah Elehmed Elcabir Elsebah Emîrê Kuwêytê bi Serok Barzanî gihand.
Her wiha rêz û pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya gihîştina bi azadiyê nîşan da û ji bo wê rola bi bandor ya li dijayetîkirina teror da dîtiye destxweşiyê jî li Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Her wiha ji bilî tekez kirina li dostayetî û peywendiya dîrokiya gelê Kurdistanê û gelê Kuwêytê vekirina Konsolxaneya welatê xwe li bajarê Hewlêrê bi qonaxekî nû ya pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan de li qelem da. Eve jî ragihand ku welatê wan amadeye ewê ji destê wan bê ji bo yarmetîdana gelê Kurdistanê bike.
Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo vekirina Konsolxaneya Kuweyt nîşan da û pêşwaziyê jî li berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.
Her wiha ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera her dû gelê Kurdistan û gelê Kuwêytê û wê yekê xiste rû ku gelê Kurdistanê li wê nehametiyê têdigihe ku ji aliyê rejîma Be'es ve li ser gelê Kuwêytê da hatibû sepandin.
Serok Barzanî behsa tehdîd û hereşeyên terorîstan ya ser asayîşa navçeyê û cîhanê kir û wê yekê dûpat kir ku gelê Kurdistanê nabê beşek ji wan nakokiyên mezhebî û tayîfî li navçeyê de li holê de ne.




