Nêçîrvan Barzanî piştgiriyê li avakirina Civata Êzîdiyan dike

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ew bi temamî piştevaniya avakirina Civata Êzîdiyan dike û tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê made ye bi her awayî piştgiriya amadkirina kongreya damezrandina wê civatê bike.
Di çarçoveya serdanana xwe ya bo Duhokê de, Nêçîrvan Barzanî, duhî pêşwazî li şandeyeke Civata Ruhanî ya Êzîdiyan bi serokatiya Cîgirê Mîrê Êzîdiyan, Hazim Mîr Tehsîn bege, kir.
Di civînê de şnadeya Civata Ruhanî ya Êzîdiyan bi navê xwe û hemû êzîdiyên navxwe û derveyî welêt spasiya xelkê devera Badînan bi giştî û Dihok û Zaxo bi taybetî kir ku bi dilekî gelekî gerim pêşwazî li koçberên êzîdî kirin û deriyên malên xwe ji wan re vekirin û bi hemû awayekî alîkariya wan kirin.
Şandeya mêvan daxwaz ji Serokwezîrê Kurdistanê kir ku piştevanî û alîkariya damezrandina Civata Êzîdiyan bike ku daxwaza hemû êzîdiyên navxwe û derveyî welêt e, da ku ew civat ligel Civata Ruhanî ya Êzîdiyan, ligel mîr û aliyên pêywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê karûbarên kurdên êzîdiyan li navxwe û derveyî welat birêve bibe û bo wê mebestê jî kongireya xwe girê didin, ku nûnerên kurdên êzîdî ji hinder û dereveyî tê de amade dibin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bi temamî piştevaniya avakirina Civata Êzîdiyan dike û tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê made ye bi her awayî piştgiriya amadkirina kongreya damezrandina wê civatê bike.
Barzanî ragihand ku pêkanîna Civata Êzîdiyan pêngavek e ji bo parastina taybetmendiyên kulturî û olî yên kurdên êzîdiyan.
Serowkezîr wiha got: “Ti kes nikare nasnameya neteweyî ya êzîdiyan ku kurd in bixe bin gumanê. Di dîrokê de kurdên êzîdî, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya neteweyî û taybetmendiyên olî, gelek bac dane. Ya ku terorîstên DAIŞ di heqê kurdên êzîdî de kirin ji kîmiyabarana Helebce û enfalan nekêtir e.”




