Serok Barzanî beşdarî merasîma jidayikbûna şahjina Berîtanyayê bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî beşdariya merasima bîranîna jidayikbûna Şahjina Berîtanyayê kir.
Îro li Hewlêrê bi organîzatoriya Konsulusxaneya Berîtanyayê ya li Hewlêrê û bi beşdariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî merasimek bo roja jidayikbûna Şahjina berîtanyayê hate sazkirin.
Piştî xwendina sirûdên nîştimanî yên Berîtanya Îraq û Kurdistanê Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê peyvek pêşkêş kir û bixêr hatina mêwanan kir û kêfxweşiya xwe jî li hember amade bûna Serokê Kurdistanê di vê merasimê de diyar kir.
Konsulusê Berîtanyayê di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa dîroka jidayikbûna Şahjina Berîtanyayê kir û pişt re balkêşande ser peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê.
Pişt re wezîrê navxwe Kerîm Şengalî jî gotara hikûmeta Kurdistanê pêşkêş kir û jidayikbûna Şahjina Berîtanyayê pîroz kir.




