Cebar Yawer: Em biryara Kongirês bo alîkariya Pêşmerge bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi meşiq û perwerde û alîkariya welatên cîhanê bo Hêzên Pêşmerge dike û dibêje ew biryara Kongirês bo alîkariya Pêşmerge bilind dinirxînin.
Nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî di Parlamentoya Iraqê de, Mihemed Sehdûn Sehîwed ragihand ku, Amerîka dixwaze bi bê wergirtina mohleta Bexdayê, kurdan bi çek bike û pilana Joe Bedin bo perçekirina Iraqê cîbicî bike.
Cebar Ywer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge derbarê nerazîbûna hinek aliyan derbarê projeya Kongirêsa Amerîkayê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pesnê hevpeymaniya navdewletî dikin bi hemû awayekî, ku perwerdeya Pêşmerge li xwe girtine, ku bûye sedem hinek alî dilgiran bibin. Di rastî de li Bexdayê çek tên dabeşkirin.”
Yawer wiha domand: “Dema çek tên dabeşkirin, şanda leşkerî ya Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û heta niha çend caran çûye, lê niha çûna Pêşmerge ne di bernameyê de ye.”




