Destûra Herêma Kurdistanê tê nivîsandin

Hewlêr-KDP.info- Lêjneya ku ji bo nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê hatibû avakirin, dest bi nivîsandina Destûrê kir.
Serokê Lêjneya Nivîsandina Destûrê Kurdistanê, Dr. Sîrwan Zehawî ji malpera KDP.info re ragihand ku, lêjneya nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê îro dest bi nivîsandina Destûrê kir.
Dr. Sîrwan Zehawî ragihand, lêjneya nivîsandina Destûrê ku ji 21 kesan pêk hatiye, danê nîvro ji bo nivîsandina destûrê civiya.
Li ser nivîsandina Destûrê, endama lêjneya Destûrê, Dr. Sîrwan Zehawî e got, di civîna îro de tenê em li ser nivîsandina Pêşgotinê axivîn.
Dr. Sîrwan Zehawî diyar kir ku her fraksiyonekî pêşgotinek amade kiriye û got, emê ji hemû pêşgotinan pêşgotinekî derxînin.
Wî endamê lêjneya Destûrê anî ziman ku pêşgotina vê carê dê ji ya berê kurttir be.




