26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîgirê Serokê PDKê rola kadirên partiya xwe bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku dezgehên hizbî divê hevkarî û alîkariya hikûmetê bi awayekî giştî bikin û bi taybetî alîkariya dezgehên hikûmî yên parêzgeha Dihokê bikin, ku di vê rewşê de hejmareke zêde ji koçber û penaberan berê xwe dane Dihokê.

Îro danê êvarî, Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê ligel berpirs û kadir û endamên liqa 1 a PDKê civiya.

Di civîn de rewşa deverê û rola endamên partiya demokrata Kuridstanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê de hatin nirxandin û behsa vê yekê hate kirin ku her di yekem rojê şerê dijî terorîstên DAIŞê de yekeyên ser bi partiya demokrata Kurdistanê bi berdewamî li gel hêzên pêşmerge weke xwebexiş û piştgîr di eniyên şer de li gel hêzên pêşmerge rola xwe lîstine.

Her di civîna han de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî jiber rola ku lîstine spasiya endamên PDKê yên li parêzgeha Dihukê kir û eşkere kir ku dezgeh, sazî û endamên PDKê di warê handana xelkê de bo berxwedan li hember rewşên dijwar de roleke gelek girîng lîstine û ev rola han cêyê rêzdariyê ye.

Di beşeke din ya civîna han de Barzanî eşkere kir ku lazime dezgeh û saziyên PDKê di her warî de hevkariya dezgeh û saziyên hikûmetê bikin
 

Nûçeyên têkildar