25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî rola dezgehên hikûmetê li Dihokê bilind dinirxîne

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan kar û xizmetên ku ji koçber û penaberan re katine kirin, pêşkêşî dezgehên hikûmî yên parêzgeha Dihokê kir.

Di çarçoveya serdana xwe de bo parêzgeha Dihokê, îro danê nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Parêzgarê Dihokê û rêvebir û berpirsên yekeyên îdarî û dezgehên hikûmî yên sînorê wê parêzgehê civiya.

Di wê hevdîtinê de, amadebûyan behsa arîşe û pirskirêkên dezgehên xizmetê li sînorê parêzgeha Dihokê kir û pêdviyên wê parêzgehê di hemû sektorên xizmetguzariyê wek av, kareba, tendirustî, perwerde, bajêrvanî, xwarin û asyişê û rêyan diyar kirin.

Herwiha behsa wê bargiraniyê ku ketiye ser milê dezgehên kargêrî û xizmetguzariyên parêzgeha Dihokê li encama şerê li dijî terorê û hatina wê hejmara zêde ya koçber û penaberan kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan kar û xizmetên ku ji koçber û penaberan re katine kirin, pêşkêşî dezgehên hikûmî yên parêzgeha Dihokê kir.
 

Nûçeyên têkildar