26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî govara Raman kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî govara Raman kir.

Bi minasebeta salvegera derçûna govara Raman, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta vêye;

Birêz sernivîser û stafa govara Raman

Bi minasebeta 20mîn salvegera derçûna govara Raman gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, govara Raman projeyeke netewî û çandiye ku di warê pêşxistina çand û edebiyata Kurdî de roleke girîng lîstiye û di vê warî de ji piştî raperînê heta niha cêyê destê Raman diyare.

Govara Raman di nava 20 sal temena xwe de bêyî rawestan bi awayekî serkeftî karên xwe domandiye û di warê belav kirina çend û hizr û edeb de roleke baş lîstiye û bûye cêyek bo kom kirina rewşenbîr û nivîskarên tevahiya beşên Kurdistanê û karên Ramanê cêyê rêz girtinê ne, jiber ew erka han ya pîroz destxweşî li we dikim û hêviya serkeftina berdewam ji we re dixwazim.

Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
4.6.2015

Nûçeyên têkildar