Nêçîrvan Barzanî serdana eniyên şer kir

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana eniyên şer kir û ligel fermandarên leşkerî civiya. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, Hikûmeta Kurdistanê berdewam hewl dide ku tevahiya pêdviyên Pêşmerge peyda bike, da ku karibin baştir şerê DAIŞê bikin û wan terorîstan jinav bibin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo parêzgeha Dihukê de îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hijmareke Fermandar, rayedar û Efserên leşkerî yên hêzên pêşmerge yên li eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê re civiya.
Di civînê de Fermandarên beşdar bi berfirehî behsa rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin û bahsa vê yekê kirin ku hêzên pêşmerge bi moralên bihêz berevanî ji ax û xelkê Kurdistanê dike û terorîstên DAIŞê jî roj bi roj paşve diçin û rastî wendahiyên gelek mezin tên.
Fermandarên han herwiha behsa hevkarî û hemahengiyên heyî yên di navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de kirin û eşkere kirin ku balefirên hevpeymanan bi berdewamî êrîşî ser wan kemp û cêyên terorîstan dikin ku hewl didin metirsî bo ser Kurdistanê çê bikin.
Her di heman civînê de Fermandarên beşdar çend daxwaz jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kirin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Hêzên Pêşmerge kir ku bi berdewamî derban li terorîstan didin û perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî malbeta kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên qehreman kir.
Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî bi berfirehî behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û anî ziman ku civaka cîhanî bi rêzdarî li rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de dimizîne.
Barzanî eşkere kir ku hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên bo dabînkirina pêdiviyên Hêzên Pêşmerge berdewamin.




