26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî lêkolînê li ser pêdviyên Dihokê dike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema civîna xwe de ligel Encumena Parêzgeha Dihokê de ragihand ku, karê hevbeş ê Encumena Parêzgeha Dihokê mercekî sereke yê serkeftina karûbarê wê parêzgehê û hemû alî hand dan, ku li ser karê wel tîmekê berdewam bin.

Îro danê sibehê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Encumena Parêzgeha Dihokê civiya.

Di wê civînê de, serok û endamên Encumena Parêzgeha Dihokê, ku hemû pêkhatên Dihokê li xwe digire û di ji hemû aliyên siyasî jî pêk tê, behsa pirsgirêk û arîşe û pêdviyên Parêzgeha Dihokê di hemû waran de kirin, bi taybetî ronahî xistin ser wê yekê ku şerê li dijî terorê û jinavbirina DAIŞê barekî giran xistiye ser sînorê Parêzgeha Dihokê, hem ji aliyê hejmara mezin a şehîd û birîndarên şerê DAIŞê û hem jî ji aliyê hejmara mezin a penaber û koçberên ku berê xwe dane Dihokê, lewma daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir giringiyê bide vê parêzgehê û pêdviyên wê peyda bike.

Piştre her yek ji serokên fraksiyonên nava Encumena Parêzgeha Dihokê û hejmarek ji endamên encumenê çendîn nêrîn û têbînî serbarê arîşe û pirsgirêkan û çawaniya çareserkirina wan û pêdviyên sînorê Dihokê ji hemû aliyan ve pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya serok û endamên Encumena Parêzgeha Dihokê kir ku baş rewşa parêzgehê dizanin, û eşkere kir ku wezaretên Hikûmetê û aliyên pêwendîdar berdewam hewl didin bo çareserkirina van arîşeyan û peydakirina pêdviyên parêzgeha Dihokê.

Herwiha Serokwezîr spasiya xwe û Hikûmeta Kurdistanê bo xelkê navçeyê tekez kir, ku her ji destpêka koçberbûna xelkên navçeyên kurdistanî û navçeyên din ên Iraqê ji ber terorîstan û ji dema hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê jî, bi dilgermî û dilfirehbûn pêşwazî li wan kirin û gellekî alîkariya wan kirin, herwiha tekez kir ku ev helwesta Dihokê bi giştî cihê şanaziyê ye û dê di dîrokê de were tomarkirin.

Nêçîrvan Barzanî di dema civîna xwe de ligel Encumena Parêzgeha Dihokê de ragihand ku, karê hevbeş ê Encumena Parêzgeha Dihokê mercekî sereke yê serkeftina karûbarê wê parêzgehê û hemû alî hand dan, ku li ser karê wel tîmekê berdewam bin.
 

Nûçeyên têkildar