Bexda budceya meha 5an neşîne, emê petrola xwe bifroşin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksyona PDKê di Encumena Nûnerên Iraqê de ragihand ku, Bexda her mehê û bi hêncetekê buceya Kurdistanê dibire, tevî ku herêm pêbendî rêkeftina xwe ligel Bexdayê ye. Herwiha dide zanîn ku eger Bexda budceya meha 5an bi temamî neşîne, Kurdistan dê rasterast petrola xwe bifroşe.
Xesro Goran, Serokê Fraksyona PDKê di Encumena Nûnerên Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: Eger Bexda bo meha 5an pêbendî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bibe, dê di berjewendiya herdu aliyan de be, lê eger li ser siyaseta xwe berdewam b, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê riyên din bi kar bîne û wê demê divê bi yekcarî ligel Bexdayê vê pirsê yekalî bikin, ku divê em li rêyeke din bo peydakirina mûçeyên fermanberan bigerin û ji bo vê yekê jî rasterast petrola xwe bifroşin. Em wek parlamenter û nûnerên kurdan li Bexdayê li hêviya Hikûmeta Bexdayê ne ku bizanibin dê vê mehê çi bike.




