25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêşerojeke geş li hêviya Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li baregeha liqê 8 a PDKê li Zaxo ligel hejmarek rêhsipî û şoreşgerên Kurdistanê civiya.

Di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî rola xelkê Zaxo û derdora wê di şoreşên Kurdistanê de bilind nirxand û destkeftên îro yên Herêma Kurdistanê ji encama xebat û têkoşîn û qurbaniya wan şehîdên navçeyê û tevahiya Kurdistanê da zanîn.

Herwiha ronahî xist ser rewşa îro ya Kurdistanê û şerê terorê, û li vir amaje bi rolê navçeya Zaxo û qurbanîdana navçeyê di şerê terorê de kir ku hejmareke mezin ji şehîdan di ber axa Kurdistanê daye.

Piştre Nêçîrvan Barzanî di civînekê de ligel berpirs û kargêr û endamên liqê 8 ya PDKê û sînorê navçeyê, behsa rewşa îro ya navçeyê û şerê li dijî terorê û erkê hibayetî di rewşa îro de kir û ronahî xist ser wê yekê ku kadir û endamên hizib roleke berçav di handana ruhê bergiriyê û li xwekirina zehmetiyan di vê rewşê de hebûye û derbarê vê yekê de rolê wan bilind nirxand.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwiha ragihand ku, Kurdistan qonaxeke dijwar derbas kir û pêşerojeke geş li hêviya wê ye.
 

Nûçeyên têkildar