26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Jêdereka nêzîkî Serokatiya Herêmê, Bersiva derewên Maîkil Robên dide

Çavkanî: KDP.info

Îro jêderekê nêzîk ji serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanek belav kirin têde balkişandin ser belavokek derewîn yê nivîskarê Amerîkî Maîkêl Robên ku sebaret bi serdana vê dawiyê serokê herêma Kurdistanê bo Îmaratên Erebî belavkiriye.

Di beşeke  vê daxuyanê ya jêdera nêzîk ji serokatiya Herêmê de hatiye, "Demeke ku wan kesên li hember siyaseta rewa ya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê şikestin hanîne bo, lewra jî berê xwe dane bo rêkên ne rast û dûr ji rewiştê hejî û hewil didin şikestinê xwe bipêçin û derûna xwe ya nexweş têr bikin"

Ji beşek din ya vê daxuyanê de hatiye, "Demeke Maîkil Robên û çend kesên wek wî rastiyan têkbidin û belavokên derew sebaret bi serdanên vê dawiyê yên serokê Herêma Kurdistanê bo Amerîka û çend welatên deverê belav dikin, hewla wan yê dawiyê sebaret bi serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Îmaratên Erebî bû û tê de hewil didin gûmanê li ser armancên wê serdanê çêkin"

Her di vê daxuyanê de hatiye, "Kesayetiyekî wek Maîkil Robên berê mamosta bû li zanîngeha Silêmaniyê, lê ji ber destdirêjkirinên sêksî di gel xwedekarên zanîngehê hate derkirin"

Di beşekê din yê vê daxuyanê de hatiye, "Belavkirina îdîayên ne rast û derew derbarê kesekî ji malbata Barzanî û anîna navê wî di mijarên wek lîstina kabê û tiştên din dûrin ji nirix û biha û rewştan, ji ber ku li welatên kendavê van core lîstikan li gor yasa qedexe ne û mêjiya çi kesî napejirîne ji bilî mêjiya Robên bi xwe"

Di dawiya vê daxuyanê de hatiye ku pêwîste dezgehên ragehandinê hest bi berpirsyaretiyê bikin û li pey kesên wek wan neçin û neyên xapandin ji ber ku piraniya tiştên îdîa dikin pêkhatine ji kîn û derew û boxtanên di nav wan de.

Nûçeyên têkildar