26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo xelkê Zaxo: Biparêzgehbûn mafê we ye

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji xelkê Zaxoyê re got, biparêzgehbûna Zaxo, mafekî rewa ye.


Nêçîrvan Barzanî îro di merasîma vekirina Yarîgeha Zaxo ya Navdewletî de û beriya ku wê yarîgehê veke, goterek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Vekirina Yarîgeha Zaxo ya Navdewletî yadaşteke biçûk e bo wan qurbaniyên ku xelkê Zaxoyê dane û ev yarêgeh beşeke din e ji çîroka serkeftina miletê kurd.”

Derbarê daxwaza xelkê Zaxoyê, ku bajarê wan bibe parêzgeh, Barzanî wiha got: “Xizmeta xelkê Zaxo bersiveke bo ked û qurmanîdana wan û biparêzgehbûn mafê we ye.”

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê van kirîzên ku rastî Kurdistanê hatine, wiha got: “Guvaşeke mezin li ser tevahiya xelkê Kurdistanê heye, lê birrîna budce û mûçeyan nebûye rêgir li pêşiya pêşkeftin û xizmeta welatiyên Kurdistanê.”

Di merasîma vekirina yarîgehê de mezintirîn Ala Kurdistanê hat bilindkirin ku dirêjiya wê 150 m re û mezinahiya wê 7 hezar metr çargoşe ye.

Çend agahî derbarê yarîgeha mezin a bajarê Zaxoyê:

Mezintirîn yarîgeh li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Odeya taybet bi guhertina cilûbergên lîstikvanan tê de heye.
Çîmenê yarîgehê ji curê Swêdî ye û di çend yarîgehên navdewletî de jî heman çîmen bikar hatiye.
Odeya taybet bi pizîşk û navbijîvan tê de heye.
20 milyon dolar ji bo çêkirina wê hatiye xerckirin.
Cihê 20 hezar temaşevanan têde heye.
12 dergehên wê hene.
 

Nûçeyên têkildar