26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê û rastiyan eşkere dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bersiva çend daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dide û dibêje, Ebadî dixwaze ji fermanberên Kurdistanê re bêje ku, Hikûmeta Iraqê muçeyê fermanberên Kurdistanê dişîne, lê Hikûmeta Kurdistanê nade wan.

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Serokwezîrê Iraqê di hevpeyvînekê de ligel televîzyona El-Îraqiye de behsa budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyê fermanberên wê kiriye, lewma em bi pêwîst dizanin ku çend rastiyan ji hemû aliyan re eşkere bikin:

1- Heyder Ebadî di wê hevpeyvînê de gotiye ku Hikûmeta Iraqê ji meha 11ê ya par ve mûçeyên fermanberên Kurdistanê şandiye. Ebadî dixwaz bi wê gotinê ji fermanberên Kurdistanê re bêje ku hikûmeta wî mûçe şandine, lê Hikûmeta Kurdistanê nade wan. Di dema ku hemû alî dizanin ku pereyên yek mehê yê mûçeyê fermanberên Kurdistanê nêzîkî 850 milyar dînar e û tişta ku Hikûmeta Iraqê di dema borî de ji Hewlêrê re şandiye, ti demê negihîştiye nîvê wê rêjeyê.

2- Di herdu mehên Nîsan û Gulanê de, hemû aliyan tekez kir ku Herêma Kurdistanê girêdayî rêkeftina xwe ligel Bexdayê bû û tişta ku jê dihat xwestin hiqase petrol hinarde dikir û belegeyên fermî yên Wezareta Petrolê ya Iraqê wê rastiyê piştrast dikin, lê em dibînin ku Hikûmeta Iraqê ji aliyê xwe ve ew rêkeftin binpê kiriye, ku gereg bi para Kurdistanê û pereyên Hêzên Pêşmerge ve heta niha 1 trilyon û 333 milyar dînar ji Hewlêrê re şandiba.

3- Di wê hevpeyvînê de, Ebadî behsa vî barê giran ê ku ketiye ser milê darayiya Kurdistanê nake, ku ji ber şerê li dijî terorê û bicîbûna zêdetirî milyonek û nîv ji koçberên Iraqê û penaberan rastî Kurdistanê hatiye. Herwiha ti pere bi Hêzên Pêşmerge re neşandine, tevî ku para Pêşmerge di budceya Wezareta Bergiriyê ya Hikûmeta Iraqê de heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî van hersê xalan, dîsa tekez li ser berdewambûna hewlan bo çareserkirina nakokî û arîşeyan bi rêya gotûbêj û danûstandinan di çarçoveya yasaya 2015an a Iraqê dike.”

Hewlêr û Bexdayê l hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê, ku ev rêkeftin bû yasa. Hewlêr dibêje ew rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda para wê ji budceyê naşîne yan jî pir kêm dişne lewma ew nikare mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Nûçeyên têkildar