25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya: Emê li ser piştevaniya Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Berlîn-KDP.info- Di civînekê de di nabera endamên Desteya Serokatiya Parlamento û serokên fraksiyonên cuda yên nava Parlamentoya Berlînê û şanda Komîteya Rewşenbîrî ya Parlamentoya Kurdistanê de, pirsa pevguhertina rewşenbîrî û şerê li dijî terorîstan û pêwendiyên di navera Parlamentoya Kurdistanê û Almanya hatin gotûbêjkirin.

Di destpêka civînê de, ku îro çarşemê li Parlamentoya herêma Berlînê birêve çû, Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Berlînê Evrem Sumer hêvî xwest ku ev civîn destpêka pêwendiyeke bihêz be di navbera herdu parlamentoya de. Piştre jî parlamenterên fraksiyona Soşyal democrat û Partiya Xiristiyanan û Partiya Çep a Almanya, pirs derbarê rewşa siyasî û aborî û rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha parlamenterên Berlînê spasiya mêrxasiya Pêşmerge kirin ku li dijî terorîstên DAIŞê serkeftin bi dest anîne û tekez kirin ku ewê piştevaniya welatî xwe bikin di alîkariya leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê, û dan zanîn ku Almanya dê li ser alîkariyên xwe yên leşkerî û mirovî berdewam be.
 

Nûçeyên têkildar