25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mihemed Salih: Derengketina civîna navbera PDKÎ û PKKê ne baş e

Çavkanî: KDP.info

Rojhilatê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistanê dibêje, biryar bû vê hefteyê bi nabeynkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê PDKÎ û PKKê dîsa civiyabana, lê hêj pêk nehatiye, herwiha tekez kir ku derengketina wê civînê ne baş e.

Mihemed Salih, Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar bû vê hefteyê bi nabeynkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê PDKÎ û PKKê dîsa civiyabana û nakokiyên xwe bi beşdariya Hikûmeta Kurdistanê çareser kiribana, lê heta niha tiştek ne diyar e.”

Salih wiha domand: “Hikûmeta Kurdistanê bi hevahengî ligel herdu aliyan ligel dema civînê diyar dike, lê heta niha nexuya ye ku çima heta niha dema civînê nehatiye diyarkirin, ê me ti pirsgirêka me tune ye û em ji civînê re amade ne. Hêj herdu hêz li cihê xwe ne û derengketina wê ne baş e.”
 

Nûçeyên têkildar