Xazir-DAIŞ hat agirbarankirin

Xazir-KDP.info- Li ser bingeha agahiyên hewalgîrî û bi hevahengî ligel Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, îro danê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navendên terorîstên DAIŞê li eniya Xazirê dan û hejmarek çekdarên wan kuştin û tevahiya alavên wan hatin teqandin.
Bombebaran saet 8ê êvarî pêk hat û kêlgeheke mirîşkan di navbera gundên Ezbeq û Werdek ku terorîstan kiribûn navenda xwe ya sereke li navçeyê kirin armanc û li gorî agahiyan destpêkê ew çekdarên ku xwe li wir veşartibûn hatin kuştin.
Balafiran ser bingeha agahiyên hewalgîrî û bi hevahengî ligel Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, danê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navendên terorîstên DAIŞê li eniya Xazirê dan û hejmarek çekdarên wan kuştin û tevahiya alavên wan hatin teqandin.




