26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keskê- Komek terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Fermandeha Pêşmergeyên Zêrevanî bi hevahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî kombûneke çekdarên DAIŞê li Kogeha Xazê ya nêzîkî Keskê kirin armanca xwe û komek terorîst kuştin.

Îro saet 6ê êvarî komek terorîstên DAIŞê li nava kogeha xazê ku dikevin dûrêyana Keskê ya bakurê gundê Aşiq ya ser bi eniya rojavayê Dîcle bûn armanca balafirên şer û hemû hatin kuştin.

Li gorî agahiyên Fermandeha Pêşmergeyên Zêrevanî ji ber lêdana balafiran ew hemû çekdar hatin kuştin û hejmarek otomobîlên û çekên wan hatin têkbirin.
 

Nûçeyên têkildar