Encumena Aborî çend biryar da..Parastina berhemên niştimanî

Hewlêr-KDP.info- Encumena Aborî ya Herêma Kurdistanê derbarê çend projeyên setratejîk de, di warê çandinî, şîrketên sîgorteyê (gerentiyê) û pirsgirêkên wan, parastina berhemên niştimanî û mohleta anîna çend kelûpel û tiştan bo Kurdistanê, çend biryar derxist.
Îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Aborî ya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, wê encumenê civîna xwe lidar xist û tê de çend mijarên girîng ên girêdayî aboriya Kurdistanê nirxandin, herwiha çend biryar derxist.
Li gorî daxuyaniya civînê, mijara yekê ya civînê gotûbêjkirina çend projeyên setratejîk derbarê çandiniyê bû, ku ji aliyê Wezîrê Çandiniyê hatin pêşkêşkirin û tê de daxwaza piştgiriya darayî bo projeyên girêdayî wî warê hat kirin. Encumena Aborî jî ew proje ji Wezareta Darayî û Aboriyê re şand û dê bi hevahengî ew piroje werin bi cihkirin.
Herwiha endamên Encumena Aborî behsa şîrketên sîgorteyê û pirsgirêkên wan kirin û biryar dan ku bo dîvdeçûnê di projeyasaya sîgorteyiyê li Herêma Kurdistanê, desteyeke şêwirmendî ji Wezareta Darayî û Aborî were pêkanîn, herwiha dîtina mekanîzmekê bo karkirina wan şîrketan. Herwiha biryar hat dank u wergirtina % 20ê ji dahata şîrketên sîgorteyiyê ji aliyê Wezareta Darayî ve, bibe % 5.
Di civînê de behsa yasaya parastina berhemên niştimanî jî hat kirin, ku li Bexdayê kar pê tê kirin, lê li Kurdistanê hêj nayê bikaranîn, ku di vê bareyê de biryar hat dan ku ew yasaye pêşkêşî Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê bê kirin û dîvdeçûn li ser bê kirin û piştre jî li Parlamentoya Kurdistanê were pejirandin û bikeve warê cihbicihkirinê.
Herwiha biryar hat dan ku bo vejîna kargehên hikûmetê, projeyek ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê bi hevkariya Wezareta Darayî û Encumena Aborî were amadekirin.
Hevahengiya aborî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsa mohleta hawirdekirina kel û pelan û tiştan ku li Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji hev cuda ne, mijarên din ên civînê bûn û biryar hat dan ku ew yasaye bibe yek.




