Hikûmet: Gerek nûnerê Kurdistanê di civîna welatên li dijî DAIŞê li Parîs de beşdar biba

Hewlêr-KDP.info- Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê konferansa Parîsê ya welatên endamê hevpeymaniya li dijî DAIŞê, diyar dike û dibêje Hikûmeta Bexdayê nûnerê Herêma Kurdistanê venexwendiye bo wê civînê û dê ew bi tenê beşdar be, ew jî di demekê de ye ku hêza her bi bandor ku bi awayekî rasterast û rastî şerê DAIŞê dike, Hêzên Pêşmerge ne û dîsa nûnerê Kurdistanê di wê konferansê de amade nebûye.
Bi mebesta nirxandina hewl û êrişên hevpeymaniya navdewletî li ser rêxistina DAIŞê û lawazkirina wê li Iraq û Sûriyê, îro nêzîkî 20 welatên endamên hevpeymaniya navdewletî li Parîsê dicivin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Kongireya Parîsê taybet e bi wan welatên ku şerê DAIŞê dikin û Herêma Kurdistanê pişka herî zêde jê re ye di vî şerî de, ku heta niya kariye bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge mezintirîn serkeftin li ser wan terorîstan bi dest bîne û wan bişkîne û navçeya xwe ji wan paqij bike.”
Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye, “Piştî kongreyên berê, me hêvî dikir ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî rêz li qehremaniya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bigirin û hewlên Kurdistanê di hewanina 1,5 milyon koçber girîng bibînin, lê em dibînin ku vê carê jî Hikûmeta Iraqê nûnerê Kurdistanê venexwand wê kongreyê û bi tenê ew beşdar bû. Ew jî di demekê de ye ku hêza her bi bandor ku bi awayekî rasterast û rastî şerê DAIŞê dike, Hêzên Pêşmerge ne.”
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em ji wê yekê dilgiran in û nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re diyar dikin, ku guh nedaye vexwendina hevpeymaniyê ya ku daxwaz kiriye hemû aliyên Iraqê biçin kongreyê. Ji mafê Kurdistanê ye ku wek tek herem e li Iraqê ku di civîn û kongireyên wisa de nûnerê wê beşdar be.”




