26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kempekî din bo koçberên li Zaxo tê avakirin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Hejmarek mezin ji koçber li sînorê bajarokê Zaxo hene û 3 kamp bo wan koçberan hatine avakirin. Biryar e ku kampeke din ji koçberan re bê avakirin û 1000 malbat tê de cih bigirin.

Qayimqamê Bajarokê Zaxo, Xelîl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “140 hezar koçber li sînorê Zaxoyê ne û 3 kamp bo wan koçberan hatine avakirin, ku bêtirî 8 hezar malbat tê de dihewin û zêdetirî 40 hezar kes in, herwiha yên mayî jî di xaniyên nîvcihî de dimînin.”

Xelîl Mehmûd wiha got: “Heta niha me kariye bi alîkariya aliyên din û dezgehên xêrxwazî bi awayekî rêk û pêk xwarin û avê bi ser wan de belav bikin, lewma ji aliyê alîkariyê ve ti pirsgirêkên wan tune ne.”

Qayimqamê Bajarokê Zaxo wiha domand: “Biryar e kampeke din were avakirin ku ew jî cihê 100 malbatî tê de dibe.”

Nûçeyên têkildar