Sibe hevpeymaniya li dijî DAIŞê li Parîsê dicive

Ajans-KDP.info- Biryar e sibê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bo gotûbêjkirina rewşa Iraq û Sûriyê li Parîsê bicive. Hat ragihandin ku, di vê civînê de dê nûnerên 24 welatên endam di hevpeymaniyê de amade bibin.
Li gor agahiyan, di civîna sibê ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, dê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî û nûnerên welatên Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê û bi giştî nûnerên 24 welatan amade bibin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di vê bareyê de ragihand: “Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken li cihê Wezîrê Derve yê wî welatî John Kerry dê di civîna wezîrên hevpeymaniya navdewletî ya ji bo jinavbirina rêxistina DAIŞê de serokatiya şanda Amerîkayê bike, ku dê sibê li Parîsê bê li darxistin.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje: “Endamên hevpeymaniya navdewletî di wê civînê de dê behsa pêşkeftinên heyî li ser erdê, hewlên ji bo beşdariya zêdetir a welatan di hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê, herwiha piştevaniya Amerîkayê bo Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî û hewlên Iraqê li dijî DAIŞê de gotûbêjan bikin.”
Di civîna berê ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de ku di dawiya heyva Îlona sala 2014an li Parîsê hat li darxitin, nûnerên 30 welat û rêxistinan têde beşdar bûn.
Di wê demê de hejmara welatên beşdar bi hevpeymaniyê de zêdetirî 60 welatan bû.




