Li bilindahiyên Baduşê navendeke DAIŞê hat têkbirin

Baduş-KDP.info- Bi hevahengî ligel Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, îro saet 4 û nîvê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî navendeke çekdarên DAIŞê li bilindahiyên Baduşê 2 caran hat bombebarankirin, ku hawin û doşkayek li wir hatibûn bicîhkirin û ew têk çûn û hejmarek terorîstên wan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, îro saet 4 û nîvê êvarî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî navendeke çekdarên DAIŞê li bilindahiyên Baduşê yên eniya rojavayê Dîcleyê 2 caran hat bombebarankirin, ku hawin û doşkayek li wir hatibûn bicîhkirin û ew têk çûn.
Di encama lêdana wan balafiran de, jibilî kuştina hejmarek terorîstan, ew navend bi temamî hat têkbirin.




