26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekemîn konsulusê giştî yê Kuwêtê li Kurdistanê dest bi karê xwe kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi mebesta pêşkêşkirina wêneyê baweriyê wek yekem komsulusê giştî yê welatê Kuwêtê li Kurdistanê, îro Dr. Umer Ehmed serdana Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtinê de, Dr. Umer Ehmed silav û rêzên Wezîrê Derve yê Kuwêtê gehand Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û amaje bi pêwendiyên dîrokî di navbera herdu aliyan de, bi taybetî di navbera Serok Barzanî û Mîrê Kuwêtê kir.

Jibilî diyarkirina dilxweşiya xwe wek yekemîn konsulusê giştî yê welatê Kuwêtê û dest bi karbûna xwe, bernameya karê konsulusiya giştî ya welatê xwe li Herêma Kurdistanê eşkere kir, ew jî bo pêşxistina pêwendiyên aborî, kultûrî û hevahengiyê di navbera herdu aliyan de.
 

Nûçeyên têkildar