25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Navendên DAIŞê li Mexmûrê hatin têkbirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê ragihnadina eniya Mexmûrê ragihand ku, piştî çavdêriyke hûr li ser navend û çeperên DAIŞê li eniya Mexmûrê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navendên DAIŞê dan û ziyaneke mezin gehandin wan.

Qadir Hesen, Berpirsê Ragihandina Eniya Mexmûr – Guwêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî çavdêriyke hûr li ser navend û çeperên DAIŞê li eniya Mexmûrê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navendên DAIŞê dan û ew navend têk birin.”

Hesen wiha got: “Bi awayekî berdewam navendên DAIŞê tên bombebarankirin û hejamarek zêde ji çekdarên wan tên kuştin.”

Berpirsê Ragihandina Eniya Mexmûr – Guwêrê wiha domand: “Hêzên Pêşmerge tevgera DAIŞê qut kirine û bi tundî li wan didin û nahêlin pêşve bên.”

Nûçeyên têkildar