Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Celal Talebanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê ye;
Birêz Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Cenabê Mam Celal
Bi minasebeta 40 saliya damezrandina YNKê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên hêja, mekteb siyasî û tevahiya endam û alîgirên YNKê dikim û hêvî dikim YNK û tevahiya aliyên diyên yên Kurdistanê bikaribin gelê Kurd bigehînin amancên xwe yên bilind.
YNK weke pêdiviyeke xebatê hate damezrandin û piştî raperînê jî li gel partiya demokrata Kurdistanê bûye xwedanê mezintirîn serwerî di dîroka hevçerx ya gelê Kurdistanê de ku ew jî destpê kirina ezmûneke demokratîk û hilbijartina parlemen û hikûmeta Kurdistanê bû.
YNK di tevahiya karên hikûmeta Kurdistanê de hevparê serekeye û li gel PDK û partiyên din yên beşdar di hikûmetê de xwedan serweriya parastina destkeftên gelê Kurd û dubare awedan kirina jêrxana abûriya Kurdistanê ye ku jiber vê yekê gelê Kurd îro kariye di nexweştirîn rewş de ku bûdceya Kurdistanê hatiye birîn şerê metirsîdartirîn tevgera hov ya terorîstî bike.
Tevahiya pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya wezareta pêşmerge de hest û xwîna wan têkilî hev bûye û ew jî dibe ku îro hevpeymanî û yekdengiya navbera tevahiya hêzên Kurdistanî di warê siyasî de zêdetir bike.
Di çarçoveya rewşa deverê û hevsengiyên nû bo me der dikeve ku îro bihevre kar kirina tevahiya aliyên siyasî yên Kurdî ji her demeke din zêdetir pêwîste daku gelê Kurd bikarêbe ji wan durêyên ku hatine pêş rêya rast hilbijêre û derfetên ku bo gelê Kurd hatine pêş ji dest nede û bikarêbe bi ser tevahiya wan kêşe û metirsiyan de ku hatine pêş zal be.
Piştî raperînê di vê warî de bûne xwedanê ezmûnên hevbeş û niha jî dikarin bi hevpeymanî û hevkariya hêzên Kurdistanî karên zêdetir bikin, bêgoman di wan waran de YNK xwedan pêgeheke gelek bihêze û em di vê baweriyê dene ku di vê pêvajoya han de jî YNK weke pêkêner û hevbeş û berêveberêkî serekî di nava hikûmeta Kurdistanê de rola xwe ya sereke dilîze.
Herwiha di vê baweriyê deme ku hevpeymanî û hevkariya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanî vê gelê Kurd ber bi paşrojeke geştir ve bibe lewre ew hevpeymaniya han bo gelê Kurd gelekî pêwîste.
Careke din bi minasebeta 40 saliya damezrandina YNKê de pîrozbayên xwe pêşkêşî tevahiya we dikim.




