Nêçîrvan Barzanî: Kêm maye em bigihên gonaxa çareserkirina pirsgirêkan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêşîrvan Barzanî di civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ragihand ku, ew êdî nêzîkî qonaxa çareserkirina pirsgirêkan dibin.
Îro danê sibê, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpireştiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civîna xwe ya asayî lidar xist.
Di destpêka civînê de, Wezîrê Pilandananê, Elî Sindî axivî û behsa pirsgirêkên belênder û şîrketên cihbicihkirina projeyên giştî di encama kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê de kir, herwiha behsa pêngavên wezareta xwe bo çareserkirina arîşeyan kir û çendîn pêşniyar bo çareserkirinê pêşkêşkir, ku ji aliyê wezaretên pêwendîdar hatine amadekirin û bi hûrî girîngî bi destnîşankirina pirsgirêkan û çawaniya çareserkirina wan hatiye dan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civîna îro de ragihand, encumena wezîran dikare bi rêya wê rapora ku hatiye amadekirin, bi awayekî baştir bernameyekê ji hikûmetê re deynê.
Nêşîrvan Barzanî wiha got: “Em niha nêzîkî qonaxekê bûne ku pirsgirêkan çarerser bikin û ew rapor jî dê ji hikûmetê re gellekî alîkar be ji bo çarerserkirina arîşeyan û dê hingî proseya biryardanê jî hêsantir bibe.”
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq jî di vê civînê de behsa daxuyaniya Foruma Cîhanî ya Perwerdeyê di sala 2015an de kir ku di bin serpireştiya UNESCOyê û bi navnîşana Guherîna Jiyanê bi rêya Perwerdeyê di rojên 19 heta 22 ê Gulanê li Koreya Başûr hatibû lidarxistin, kir. Ji ber ku Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê foruma perwerdeyê de beşdar bibû.
Wezîrê Navxwe, Kerîm Şingalî raporek derbarê arîşe û daxwazên îdareya Raperînê ya li bajarê Raniyeyê de pêşkêşî Encumena Wezîran kir. Encumena Wezîran jî gotûbêj li ser raporê kir û hat gotin ku, piraniya daxwazan hatine cihbicihkirin û ewên ku mane jî dê bêne bicîhanîn.
Herwiha Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyê li Serokatiya Encumena Wezîran, Sefîn Dizeyî behsa yasaya mafê bi destxistina agahiyan li Herêma Kurdistanê ya hejmare 11 ya sala 2013 kir û ragihand ku, ew yasa hêj neketiye ware bicihkirinê de, çimkî li gor benda 21 ya yasayê, pêwîst e Encumena Wezîran bi hevahengî ligel Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan rênimayiyên pêwsît ji bo cihbicihkirina yasayê derxîne.
Derberê wê yekê de jî Encumea Wezîran biryar da, aliyên pêwendîdar rênimayiyên taybet bo cîbicîkirina wê yasayê amade bikin.




