26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafiran bi tundî li navenda DAIŞê dan..Gellek kuştiyên wan hene

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Dîcle-KDP.info- Îro danê êvarî naendeke terorîstên DAIŞê bûn armanca balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û hatin wêrankirin, hemû ew terorîstên ku tê de bûn jî hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, Muqedem Dilşad Mewludî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro seat 6ê êvarî li gundê Ebteşe ku dikeve hember duriyana Aska Mûsilê li eniya Rojavayê Dîcle, navendeke terorîstên DAIŞê, ku çend topxane û hawen lê bûn, bû armanca balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û ew navend hatin têkbirin û hemû ew çekdarên ku li wir bûn hatin kuştin.”

Muqedem Dilşad Mewludî wiha got: “Lêdana wê navendê li ser bingeha zanyariyên hewalgîrî û fermandeyên fermandehiya Pêşmergeyên zêrevanî hat û li gorî agahiyên destpêkê jî, amanca serbazî bi temamî pêk hat û gellek ziyan gehîştin wan terorîstan, ku gellek kes ji wan hatin kuştin û termê wan li cihê lêdana balafiran mane.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Hemû tevgera terorîstan li sînorê eniya rojavayê Dîcle ji aliyê hêzên pêşmergeyên zêrevanî û bi hevahengiya ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bûne armanc û bi tundî lêdan xwarine.”

Nûçeyên têkildar