26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Goreke komî ya kurdên êzîdî hat dîtin..Zêdetirî 80 term tê de ne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Goreke komî ya din ku termê 80 kurdên êzîdî tê de ne, li nahyeya Keskê hat dîtin, ku piraniya wan zarok û jin in, bi vê yekê jî hejmara gorên bi komî yên kurdên êzîdî bûye 11 gor.

Hadî Dubanî, Berpirsê Karubarê Êzîdiyan li Rêveberiya Ewqafê ya Parêzgeha Dihokê ji mlpera KDP.info re ragihand: “Li gorî amarên dawî heta niha ji nêzîkî 5 hezar kurdên êzîdî ku ketine destê terorîstên DAIŞê, 1789 kurdên êzîdî azad bûne û 3200 kesên din di bin destê terorîstan de mane, lê bo azadkirina yên din jî ew hewl berdewam in.”

Dubanî wiha got: “Heta niha 11 gorên komî hatine dîtin û duhî jî li gundê Ceba ku dikeve nahyeya Keskê, koreke din ku termê 80 kestî tê de ne, ku 33 ji wan zarok in û 30 jî jin in û yên din jî mêr in. Herwiha li gor kesên ku rizgar bûne hêj 9 gorên din mane.”

Berpirsê Karubarê Êzîdiyan li Rêveberiya Ewqafê ya Parêzgeha Dihokê wiha domand: Heta niha 18 cihên pîroz ên kurdên êzîdî ku dikevin Şingalê û Başîk ji aliyên DAIŞê ve hatine teqandin û hejmarek jî in jî di bin metirsiyê de ne.

Nûçeyên têkildar