Almanya li ser perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de di navbera Konsulusê Almanya û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Konsulusê Almanyayê ragihand ku, welatê wî dê li ser alîkarî û perwerdeya Hêzên Pêşmerge berdewam be. Herwiha Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê jî amaje bi alîkariyên welatê Almanyayê kir û got ku, kurd li şûna cîhana azad vî şerî dikin û alîkariya her welatekî jî nîşana hewldanê ye bo belavbûna aştiyê ye li cîhanê.
Îro li bajarokê Pîrmam, Hêmin Hewramî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê û endamê serkirdayetiya PDKê û hejmarek edamên ofîsê, pêşwazî li Dîtir Lamlê, Konsulusê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kirin.
Wek beşek ji karê dêplomasî yê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê, hevdîtin û civînên wê ligel konsulus û nûneratiyên cîhanê li Herêma Kurdistanê, berdewam dike.
Her di vê çarçoveyê de jî, pêşhatên dawî yên navçeyê û Iraq û Kurdistanê û têrwanînên PDKê bo van pêşhatan gehand Konsulusê Almanyayê.
Herwiha Hewramî bi navê serkirdatiya PDKê spasiya hevkariyên berdewam ên Almanya kir û di wê baweriyê de ye ku ev şerê kurd dike, bi wekatet eli şûna cîhana azad e, lewma her welatek hevkar be bo serkeftina vî şerî, nîşana hewldanê ye bo aramî û aştî û azadiyê li cîhanê.
Dîtir Lamlê, Konsulusê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê spasiya Hewramî kir ku ew ji pêşhatên dawî agahdar kir, herwiha tekez kir ku, welatê wî dê li ser alîkarî û perwerdeya Hêzên Pêşmerge berdewam be, ji ber ku perwerdekirina Pêşmerge û pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo wan, beşek e ji setratîjiyeta welatê wî.




